Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dixwaze Biryara Hinartina 300 Çavedêran Bo Sûrîyê Pesend Bike


SYRIA
SYRIA

Netewyên Yêkgirtî li ber e roja Şemê deng li ser planekê bide bo hinartina 300 çavedêrên bêçek bo Sûrîyê cihê alozîyên dijî-hikûmetê berdewam bûne li gel hindê ku heftîyek bi ser rêkeftina li ser agirbesekê têper bûye.

Bizavkar dibêjin teqînan roja Şemê balefirgehek leşekerî li nêzîk paytextî hejand. Hevdem, hikûmet dide zanîn terorîstên çekdar teqînek li nêzîk borîyekê li parêzgeha Deir el Zour li rojhilata welatî pêkanîne.

Civata Ewlekarîyê li ber e îro Şemîyê deng bide ku 300 çavdêrên bêçek bişîne Sûrîyê da ku şerê navbera hikûmet û hêzên opozisyonê bişopîne. Civatê berê erê kir bû ku tîmeke ji 30 çavdêran bişîne, lê wiha diyar e jimara kêm ya çavdêran ku nuha li Sûrîyê ne, nikarin bi karê xwe rabin.

Kolonêl Ehmed Himiche, serokê tîma pêşwext ya çavdêran roja Şemîyê got rojnamevanan ew tenê dixwaze balê bide ser karê xwe.

Peyvdarê nûnerê NY, Kofî Annan li Jinêvê got, hin çavdêr nuha berê xwe bajarê Humsê, germtirîn devera pevçûnê navbera hêzên hikûmet û opozisyonê. Ehmed Fewzî got, çavdêrên dixwazin di zûtirîn dem de bigihên Humsê. Birêz Fewzî her wisa da xuya kirin ku dê bêtir çavdêr herin deverên şer lê çê dibe, eger Civata Ewlekarîyê ya NY biryara şandina wan erê bike.

Tevî wisa, çalakvan dibêjin kuştin li Humsê hîn berdewam e. Roja Înê, hin vîdyoyan eşkere kirin ku bi hezaran xelk tevlî protestoyên Hums û Idlibê bûn.

XS
SM
MD
LG