Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raporeke nû ragihand ku Îran bi awayekî fikaran çêdike dibe sedema mirinan.
Li gor rapora NY’ê Îran di 7 mehên pêşî yên salê de bûye sedema mirina 419 kesan ku li gor heman demê ya sala 2022’yan rêje 30 ji sedê zêde bûye.
Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres da zanîn ku ji Îlona 2022’yan vir ve 7 kes jiber beşdarîya li protestoyên jibo Jîna Amînî hatine darve kirin.
Guterres dîyar kir ku li gor agahîyên di destê wan de darizandina kesên girtî li gor hiqûqê, bi dadmendîyê çênabe û gumanên êşkenceyê çêbûne.
Wî da zanîn ku 7 mehên pêşî 239 kes, piranîya nîvê kesên hatine darve kirin, jiber tawanên ser hişbirina hatine darvekirin, ew rêje jî li gor sala borî 98 ji sedê zêde bûye.
Sekreterê Giştî yê NY’ê dîyar kir ku li Îranê ser binpêkirina mafên mirovan vekolînên zelal çênabin û got ku parêzerên li wî welatî jî jiber ku bi gefan re rûbirû dimînin binpêkirina mafan bê ku hesab were dayîn didomin.
Agahîyên NY’ê didin zanîn ku ji destpêka protestoyên ser Jîna Emînî, ku di Îlonê de destpê kiribûn, heta serê Sibata 2023’yan bi qasî 20,000 kes jiber beşdarîya li protestoyan hatine girtin.
Hikûmeta Îranê dide zanîn ku bi kêmî ve 22,000 kesên jiber protestoyan hatine girtin hatine efû kirin, lê Guterres dîyr kir ku piştrastkirinê vê hejmarê dijwar e.
Guterres dîyar kir ku li gor raporê dema desteserkirinê xizmetên saxlemîyê jî ne baş in ku ev rewş fikaran çdike.
Raporên NY’ê dîyar dikin ku bizavkarê mafên mirovan Nahid Tagvayi yê 69 salî, ku li Girtîgeha Evîn ya bi xirabîyên xwe tê zanîn dimîne, jiber kêmbûna xizmetên saxlemîyê bi awayekî berbiçav ketiye rewşeke dijwar.
NY radigihîne ku Îran xwe jibo ser sînordarkirina azadîyan mafdar raber bike, ewlekarîya neteweyî wek sedem nîşan dide.
Jêder: AP