Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji X’ê got ku ew ku jiber operasyonên leşkerî yên li Gaza jinûve destpê kirine ew ketiye xemên kir.
Guterres di peyama xwe ya kin de dîyar kir ku ew hîn jî bawer dike ku navbera mirovahî dikare jinûve destpê bike.
Wî got vegerîna li dijminîyan nîşan dide ku agirbest çiqas girîng e.
Serokê Komîteya Xaça Sor ya Navneteweyî Robert Mardini dîyar kir jiber pevçûnên jinûve destpê kirine rewşa pir xerab ya wek xewnerşekan careke din vegerîye axên Filîstînyan.
Mardini got ku mirov, nexweşxane li ber şikestinê ne û li Gaza ti îstiqrar nemaye.
‘’Mirovan Gaza vegerîn kabûsa berî navbera mirovahî, ew bi êş, hilweşîn, tirs, fikar û şertên jîyanê yên bê îstqirar re rûbirû man.’’
Îsraîlê îro Înê ragihand ku Hamas şertên navbera mirovahî binpê dike û dîyar kir ku wê dest bi operasyonên li Gaza kiriye.
Navbera mirovahî ya Îsraîl û Hamasê 7 rojan dom kir û di vê peyvajoyê de 110 dîlên di destê Hamasê de û 240 girtîyên Filîstînî hatin berdan.
Jêder: X, France 24, AFP