Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Sala 2011'ê 3,021 Kesên Sivîl li Afganistanê Hatine Kuştin


NY: Sala 2011'ê 3,021 Kesên Sivîl li Afganistanê Hatine Kuştin
NY: Sala 2011'ê 3,021 Kesên Sivîl li Afganistanê Hatine Kuştin

Raporterk Neteweyên Yekbûyî dide zanîn sala borî pitirî 3,000 kesên sivîl di nav aloziya Afganistanê de hatine kuştin, ku zêdetirîn hijmar e di deh salên wî şerî de.

Hêza Alîkarîya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê roja Şemê dazanîn li sala 2011'ê 3,021 kesên sivîl hatine kuştin ku sala pêncem e hijmara qurbaniyên sivîl berdewam di bilindbûnê de bûye.

Ew raport eşkere dike ku serhildayî berpirsyar bûne li hember 77 ji sedê wan kuştinan. 410 kesên sivîl bi destê hêzên jêr rêberiya NATO û Afganî hatine kuştin, ku li gor sala 2010 ê 4 ji sedê dabezîye.

279 kuştîyên din yên sivîl hene ku nehatîye zanîn ka ji layê hêzên hikûmetê yan milîtanan ve hatine kuştin.

Hejî gotinê ye ku hijmara qurbanîyên êrîşên xwekujîyê li sala 2011ê bi awayek gelek berçav bilin bûye û 450 kes hatîye destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG