Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Gurbûna Girjîya li Sûrîyê Hişyarî Dide


Komîsyona Lêkolînê ya Sûrîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya dawî de ragihand ku pevçûnên li Sûrîyê li gelek enîyan gur bûne û ev yek jî fikarên ser şerekî berfireh ya li herêmê mezintir dike.

Serokê wê komîsyonê Paulo Pinheiro komîsyonê dîyar kir ku dînamîkên kujer yên li kokên wan li kûrahîyan in li herêmê pelên dijminahîyê jinûve gur dikin.

‘’Li dora Dêrezerê ya li rojhilata bakurê Sûrîyê li hêlekê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û li hêlekê eşîretên Ereb, hêzên hikûmetê û mîlîsên bi piştgirîya Îranê di demên dawî de jinûve bi awayekî rastexwe pev çûn ku bi wan pevçûnên gilîyên gelên li wê herêmê jinûve hatin rojevê.’’

Komîsyon dibêje ku jiber pevçûnên li axên Filîstînîyan girjîyên li herêmê gur bûne ku bi wan Îsraîlê êrîşên esmanî birine ser karbidestên Îranê û çekdarên bi piştgirîya wan ku di encamê de bi kêmî ve 3 sîvîl hatine kuştin.

Bi gurbûna tundûtûjîya li rojavayê bakurê Sûrîyê, hêzên hikûmetê li Îdlibê û li derdora wê êrîşên dijî hiqûqê li dar xistin û di encamê de sîvîl hatin kuştin, birîndar bûn û seqet man.

Komîsyon dide zanîn ku di bûyeran de

Ew komîsyon radigihîne ku êrîşa li Hamasê ya roja Yekşemê jî di nav de vekolînên ser êrîşên esmanî yên bi wî rengî didomin.

Li gor ragihandina komîsyonê komên bi piştgirîya Îranê piştî şerê li Gaza, ya dawî meha borî, li rojhilata Sûrîyê pirtir ji 100 caran êrîşên birin ser bingehên Amerîka û Amerîka jî bersîv dan.

Rapora NY’ê ser bûyerên ji serê salê heta yên 30’ê Hezîranê hatiye hazir kirin ku wê demê li Sûrîyê 6 artêşên bîyan bi awayekî aktîf kar kirine.

Komîsyon dide zanîn ku di bûyeran de nîvê wan jin û zarok pirtir ji 150 sîvîl hatine kuştin û birîndar bûne ku piranîya wan di êrîşên hikûmetê yên ku bê ku ferqê têxin çêbûne û ew jî dikarin bibin tawanên cengê.

Bi êrîşên esmanî yên Rûsîyan jî li Îdlibê sîvîlan canên xwe ji dest dane.

Hêzên Tirk li rojhilata bakurê Sûrîyê gelek êrîş birin ser hedefên leşkerî yên HSD’ê.

Komîsyonê ser êrîşeke Tirkîyê ya zivistana borî li herêma Swediyah ya Haseke dijî avahîyên saxlemîyê û navendeke elektrîkê çêbûye got ku dijî hiqûqê ye ku wê êrîşê ser bidestxistina av, şewit û xizmetên din bandor li pirtir ji 1 mîlyon kesî kiribû.

Êrîşên esmanî yên meha Gulanê jî li ambulansê li ser nîşanên parastinê hebûn ketin û hiqûqa mirovane ya navneteweyî hat binpê kirin.

Komîsyon dibêje tevî ku Dîwana Dadê ya Navneteweyî ferman da dewleta Sûrîyê ku êşkencê bisekinîne jî di destê wê de sedemên maqûl hene ku ew pê bawer dike dewlet li hin cihan cinsî li hin cihan jî ser zayenda civakî tundûjîyê dike û li hember kesên di bin kontrola dewletê de bi awayekî xirab tevdigere.

Li gor komîsyonê li seranserê Sûrîyê di desteserkirinê de kiryarên tund hene ku ew jî nîşan didin ku hemî aktorên desteserkirnê dikin bi çavdêrîya dewletê tawanên cengê têne kirin.

Komîsyon dibêje belge nîşan didin ku li rojavayê bakurê Sûrîyê Heyet Tahrîr el Şam girtîyan dikuje û li wan êşkence dike.

Ji komîsyonê Lynn Welchman bi raporê dide zanîn ku bi qasî 30,000 zarok bi îdiaya ku peywendîyên dê û bavên wan bi DAIŞ’ê re hene li kampên Al Hawl û Rawjê di bin şertên xirab de têne girtin.

‘’Meriv şok dibe, keç, kur û jinên Êzîdî yên ji komkujîya Êzîdîyan û sûcên din yên DAIŞ’ê filîtîne pirtir ji 5 sal in li kampa Al Hawlê tevî kesên zilm li wan kirine têne girtin’’

Komîsyon dibêje di ser êrîşa giran ya DAIŞ’ê ya dijî Êzîdîyan ya sala 2014’an re 10 sal derbaz bûne û ew bang li rêvebirîya xweser û dewletên piştgirîyê didin wê dike Êzîdîyên li kampan tesbît bike, wan demûdest berde û jibo dadmendîyê li hêla wan bisekine.

Li gor komîsyonê pêdivîyên serekî yên jîyanî li Sûrîyê di asta herî bilind de ne û li welêt pirtir ji 650,000 zarok bi birçîbûna giran re rûbirû mane.

Jêder: NY

XS
SM
MD
LG