Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Wê Ser Daxuyanîyeke Derbarê Sûrîyê Bixebite


Dîplomatên Amerîkî û Rûsî dîyar dikin ku endamên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) wê rojên pêş ser daxuyanîeke derbarê Sûrîyê bixebitin.

Wan dîplomatan ev agahî li dû wê civînê da ku piştî serhildayan Şam ya paytext xistibû bin kontrola û Serokê Sûrî Beşar Esad ji desthilatê gêr kiribû bi awayekî girtî hatibû li dar xistin.

Balyozê Rûsya yê li NY’ê Vassily Nebenzia piştî civînê ji rojnamevanan re dîyar kir ku Civata Ewlekarî ya bi 15 endam ser Sûrîyê hevbîr e.

Nbenzia got ku ew dixwazin ku yekîtîya axa Sûrîyê bimîne, sîvîl werin parastin û alîkarî bigihîjin kesên rewşên wan xirab.

Cîgirê Balyozê Amerîka yê li NY’ê Robert Wood jî piştrast kir ku piranîya endamên Civata Ewlekarî ser wan mijaran axifîne.

Wood ji rojnamevanan re got ku Civat Ewlekarî wê ser daxuyanîyekê bixebite.

Wî dîyar kir ku wan jî bala xwe daye ser ku ka ewê Sûrîyê rewş ber bi ku ve here.

Nûnerê Amerîkî got ew jî meraq dikin ku ewê rêvebirîyeke jibo mafên Sûrîyan rêzdar çêbe yan ne.

Meha Berfanbarê seroktîya Civata Ewlekarî, Amerîka dike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG