Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) îro Înê ser êrîşa Rûya li Hroza ya Ukrayna tîmeke qadê erkdar kir.
Karbidestên Ukraynî dîyar kiribûn ku di êrîşa Hroza de bi kêmî ve 52 kes hatine kuştin.
Berdevka OHCHR’ê Elizabeth Throssel li Cenevrê ji rojnamevanan re dîyar kir ku Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk jiber êrîşa li Hroza Ketiye şokê.
Throssel got ku Turk wan kuştinên li Hroza ya Ukrayna şermezar dike.
Wê dîyar kir jibo danûstandinên bi kesên sax mane re û komkirina agahîyan tîmeke NY’ê çûye herêmê.
Kremlînê piştî êrîşa li Hroza îro Înê ragihand ku artêşa Rûsî êrîşan nabe ser herêmên sîvîl.
Berdevkê Kremînê Dmitry Peskov got ku Rûsya êrîşan dibe ser binesazî û navendên leşkerî.
Jêder: AFP