Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li Sûrîyê Dike ku Teslîmkirina Çekên Kîmyayî Temam bike


Nûnera Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ya NY Sigrid Kaag
Neteweyên Yekbûyî bang li hikûmeta Sûrî dike ku prosesa teslîmkirina çekên kîmyayî heta roja dîyarkirî temam bike.

Sigrid Kaag, nûnera Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ya NY roja Pêncşemê li New Yorkê daxuyanîyek dabû.

“Piranîya çekên Sûrî yên kîmyayî hatine tune kirin. Lê, di destê hikûmetê de hîn jî 8 ji
sedê çekên kîmyayî mane ku li benda tunekirinê ne.”

Kaag bang li hikûmeta Sûrî kir ku heta 30'yê Hazîranê hemî çekên kîmyayî radestî wan bike.

Kaag bal kişand ku gemîyên Norwecî û Fînandî li bendê ne ku çekên mayî ji Sûrîyê derxînin û keştîya Amerîkî jî çaverê ye ku çekên hatî tune bike.
XS
SM
MD
LG