Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Biraya Gîhandina Alîkarîya Mirovahîyê bo Sûrîyê Nû Dike


Penabereke Sûrî li Enqerê
Penabereke Sûrî li Enqerê

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, belavkirina alîkarîya mirovahîyê, bê pejirandina hikûmeta Sûrî, li deverên bin kontrola serhildayan, jibo saleke din erê kir.

Biryar îro Çarşemê ku bi tevahîya dengan hate wergirtin, dihêle ku alîkarîya mirovahî ji ser 4 xalên derbazbûnê yên li Tirkîye, Îraq û Urdunê bigeheje Sûrîyê.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, 12.2 mîlyon Sûrî hewceyî alîkarîya mirovahîyê ne.

Heta niha 7.6 mîlyon Sûrî li nav Sûrîyê aware bûne û dora 4 mîlyon jî li Tirkîye, Lubnan, Urdun, Îraq û Misirê dimînin.

XS
SM
MD
LG