Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbesta li Sûriyê Aloz Dibe Û Alîkarî Nayên Şandin


Gotebêjê netewên yegirtî roja duşemê ragihand ku, du karwanên alîkariyan yê ku, her yek ji wan pêkhatî ji 20 trombêlên Barî, liser sinorê Tirkiyê asaê mane, ew alîkarî têra 185,000 kesan dikin, lê jiber rewşa ne zelal ya agirbestê ew nikarin biçin rojhilatê Helebê.

Rêxistina navnetewî dide zanin jber nebûna mercên ewlekariyê û şer û pevçûn di navbera aliyên şerker de, karmendên me nikarin biçin rojhilatê bajarê Helebê ciyê niha li jêr kontrola milîtanên opzisyona Sûrî ye yên şerê rejîma Esad dikin, alîkarî ev heftiyeke liser sinorê Tirkiyê –Sûriyê hatine rawestandin.

Berpirsên netewên Yekgirtî dibêjin ew dixwazin alîkariyan bigehînên herêmên pêdvî li Sûriyê lê heta niha bi şêweke fermî hikûmeta Sûrî riya vê yekê nedaye.

Stephen O'Brien wekîlê serkirterê giştî yê Netewên Yekgirtî jibo karên mirovatî daxuyaniyek weşand û da zanîn ku 275 hezar kes li dewrûberên Helebê bê xwarin, av û pêdviyên saxlemiyê man e, lê NY nikare alîkariyan ji wan re bişîne.wî got "Ez hest bi xemgînî û bê Umêdiyê dikim, jiber ku, heta niha karwanê alîkariyan yê Netewên Yekgirtî liser sinorê Tirkiyê maye û nikarin alîkariyan ji xelkê rojhilatê Helebê re biben".

Herweha dibêje karwanên ku herin rojhilatê Helebê ar û pêdiviyên xwarinê di gel da ne, dê têra 185,000 kesan bike, weke Stephen O'Brien di daxuyaniya NY dibêje.

Wek tê zanîn heftiya borî agirbesta li Sûriyê di peymanekê de di navbera Amerîka û Rusiya de hatbû îmzekirin û jibo şer rawestandinê li Sûriyê hatbû lihevkirin, lê niha astengî ketine di riya agirbestê de û her aliyek yê din bi zêdegaviyên liser agirbestê tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG