Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanên Alîkarîya Mirovahî Îro Çarşemê bi Rê Dikevin


Konvoyên alîkarîyê ber bi bajarokên dorpêçkirî rê ketine
Konvoyên alîkarîyê ber bi bajarokên dorpêçkirî rê ketine

Konvoyên xwarin û alîkarîya saxlemî îro Çarşemê bi rê dikevin ku alîkarîya mirovahî bigehînin hezaran kesên bin dorpêça rejîma Sûrî û serhildayan de asê mane.

Gîhandina alîkarîya mirovahî beşeke rêkeftina dawî ya navbera Sûrîye û Neteweyên Yekbûyî ye û alîkarî ji heft deveran re tên şandin ku Madaya, Zebadani, Foua û Kefraya li Îdlibê nav wan cîhan in.

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Staffan de Mistura do gotibû ku rêdana alîkarîya mirovahî ceribandina pêgirîya hikûmeta Sûrî ye ku bihêle NY alîkarî bîne kesên hewcedar.

XS
SM
MD
LG