Lînkên eksesibilîtî

NY Bang li Australya Dike ku Pêdiviyên Penaxwazên Asêmayî Peyda Bike


Ofîsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî îro Înê bang li Australya kir ku jibo 600 penaber û penaxwazên girtî xizmetên wek av, xwarin û pêdivîyên saxlemî jinûve peyda bike.

Berdevkê Ofîsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Rupert Colville di preskonferansekê de got ku divê hikûmeta Australî parastina penaberên girtî misoger bike û pêdivîyên bingehîn peyda bike.

Colville bi bîr xist ku li gor Peymana Penaberan ya NY ya 1951ê, divê hikûmeta Australî berpirsîyên xwe bi cîh bîne.

Australya sê roj berê girtî xizmetên wek av, xwarin û pêdivîyên saxlemî ya kampa penaberan ya li Girava Manus ya Papua New Guinea qut kiribû.

Girtîyên wê derê dijî biryara hikûmetê ya daxistina wê kampê derketibûn, bi sedema ku ew bikaribin bibin armanca tundîya rûniştvanên xwecîhî.

Girava dûrdest ya Manus navendeke girîng ya hikûmeta Australya ye ku nahêle penaxwazên ku bi rêka derya hatine bigehijin nav sînorê wê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG