Ajansa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di sala 2021’an de li Kolombîya bi kêmî ve 78 bizavkarên mafên mirovan hatine kuştin.
NY da zanîn ku ew lêkolînên li Kolombîya yên ser kuştina bizavkarên mirovan didomînin.
Tundûtûjîya dijî bizavkarên mafên mirovan, ku li Kolombîya bi navê rêberên civakî tên nasîn, bo hikûmeta Serok Ivan Duque jî dijwarî çêkiriye ku bizavkar dixwazin ku hikûmet bo rawestandina kuştina zêdetir bixebite.
Hikûmet îdia dike ku serhildayên berê yên FARCê yên peymana aştîyê ya sala 2016’an red kirine û komên tawanan yên paramîlîterên rastgir êrîşî bizvakaran dikin.
Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) da zanîn ku par ser 202 rapor ser kuştina rêberên mafên mirovan ji wan re hatine.
OHCHR dibêje wê piştrast kiriye ku 78 kes hatine kuştin, lêkolînên ser 39 bûyeran didomin û 85 jî bê encam mane.
Wê sazîya NY’ê di Adara 2022’an de piştrast kiribû ku 53 bizavkarên mafên mirovan hatine kuştin û dîyar kiribû ku 80 bûyer jî hîn piştrast nebûne.
Karbidestekî ajansa nûçeyan ya Reutersê ji OHCR re da zanîn ku 41 bûyerên ji wê demê hatine piştrast kirin û bi wî awayî hejmara kuştina di 2020’an de rabûye 94’an.
Indepaz, ku komeke mafên mirovan e, dibêje par 171 rêberên civakî hatine kuştin.
Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) jî dîyar dike ku ji 2016’an vir ve 500 bizavkarên mafên mirovan hatine kuştin.