Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Danûstandinên Cenevrê di 9ê Adarê de Berdewam Bikin


Ofîsa nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyên Staffan de Mistura îro Sêşemê ragihand ku wê danûstandinên aştîyê 2 roj bên paşxistin û di 9ê Adarê de li Cenevrê berdewam bikin.

Ofîsê da zanîn ku jibo gîhandina amadekarîyên lojîstîk û prayîjî yên pêdivî jinûve destpêbûna danûstandinan du roj hate paşxistin.

Daxuyanîyê dîyar kir ku de Mistura çaverê ye ku bi hemî alîyên Sûrî re, di nîqaşên cidî de kom bibe.

Gera yekê ya danûstandinan ku meha çûtî destpê bûbû, jiber êrîşên esmanî yên Rûsî ku piştgirîya rejîma Esad dikin, nîvçe hatibû hêştin.

Ragihandina berdewamîya danûstandinên aştîyê di vê demê de tê ku rêkeftina sekinandina neyartîyan di navbera alîyên şerker de, tevî hîn binpêkirinan bi awayekî giştî berdewam e.

Neteweyên Yekbûyî di dawîya daxuyanîyê de got ku cîhanîna rêkeftinê ji alîyê hemî hêlan ve hêvîyên serketîbûna danûstandinan xurtir dike.

XS
SM
MD
LG