Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Ew Vekolînê Ser Îdiayên Karanîna Çekên Kîmyayî li Sûrîyê Dike


Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon îro Înê got ku ew derbarê îdîayên karanîna çekên kîmyayî li Sûrîyê, bi nêzîkî ligel Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) dixebite.

"Cara duyê ye îdia û raport tên destê me ku çekên kîmyayî li Sûrîyê hatine xebitandin. Bo vekolîna van îdiayan min tîmeke nû da afirandin ku bi OPCW kar bike. Wan qonaxa yekê ya vekolîna xwe temam kir û niha wê dest bi asta duyê ya vekolîna xwe bikin,“Moon got.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) do Pêncşemê ragihandibû taxa Şêx Maqsud li Helebê bû armanca êrîşên kîmyayî û di encamê e jimareke hemwelatîyên sîvîl û çend şervanên wê, bi bandora gazê nexweş ketine.

Koma tundrê Ceyşh el-Îslam jî do êvarê bi daxiyanîyekê ragihandibû ku fermandarekî wê bê destûra wan, çekên qedexekirî xebitandiye.

Heyva Sora Sûrî jî dabû zanîn ku qurbanîyên êrîşa kîmyayî, ku li Helebê hatiye kirin, nîşana gaza klorîn li ser bedena wan heye.

XS
SM
MD
LG