Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Gaza Demûdest Kom Dibe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ser bûyerên tundûtûjîyê yên li Gaza, ku 55 Fîlîstînî hatin kuştin û 2000 kesên din jî birîndar bûn, demûdest kom dibe.

Civata Ewlekarî, ser daxwaza Kuveytê dê îro Sêşemê bi awayekî awarte bicive.

Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Hak di preskonferansa rojane de, dîyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Gutarres bang li her du alîyan dike ku girjîyê gurtir nekin.

Gutarres bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku jiber kuştina gelek Fîlîstînyan ew êdî li ser tetikan disekinin.

Gutarres bang li hêzên Îsraîlê û Hamasê kir ku girjîyê gurtir nekin û rawestînin.

Sekreterê Giştî yê NY’ê da zanîn ku bo çareserîya kêşeya Fîlîstîn – Îsraîlê divê Orşelîm bibe paytaxta du dewletan.

XS
SM
MD
LG