Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Gurbûna Girjîya li Gaza Hişyarîyê Dide


Merasîma binaxkirina fermandarekî Hamasê
Merasîma binaxkirina fermandarekî Hamasê

Neteweyên Yekbûyî (NY) ser girjîya li Gaza gur dibe daxuyanîyek belav kir.

NY bang li alîyên cengê kir ku xwe ragirin û da zanîn ku divê êrîşên bi roketan rawestînin.

Piştî ji axa Gaza, bo bersîvdana êrîşan gelek roket hatin avêtin, Îsrailê êrîşên esmanî bir ser Gaza.

Berpirsîya êrîşên bi roket Hamas û Cîhada Îslamî girtin ser xwe.

Artêşa Îsraîlê li dû êrîşên bi roket, êrîş bir ser avahîya kanala Al Aqsa ya bo Hamasê weşanê dike.

Li gor karbidestên Fîlîstînî di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de, li Gaza 2 kes hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di êrîşên roketan de 6 kes birîndar bûne.

Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn yê NY’ê Nickolay Mladenov dîyar kir ku bo pevçûnên li herêmê bi dawî bibin ligel Misirê peywendî çêkirine.

XS
SM
MD
LG