Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Agirbesta Gutaya Rojhilat Hevdîtinên Dîplomatîk Didomîne


Şêwirmendê Alîkarîya Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Egeland bo agirbesta li Gutaya Rojhilat, bang li Rûsya, hikûmeta Sûrîyê û komên serhilda kir.

Egeland ji AP’ê re da zanîn ku pevçûnên li herêma Gutaya Rojhilat pir gur bûne û bi vî awayî ew nikarin alîkarîyê bigêhîjinin sîvîlên bi birçîbûnê re rû bi rû mane.

Egeland da zanîn ku bo 1000 nexweşên divê demûdest ji Gutaya Rojhilat werin derxistin, hevdîtinên dîplomatîk didomînin.

Karbiestê NY’ê dîyar kir ku ew ketîye fikaran ku bûyerên ku Helebê qewimîne li Gutaya Rojhilat jî biqewimin.

XS
SM
MD
LG