Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona li New Yorkê Bilindtir Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li eyaleta New Yorkê ya Amerîka, hejmara hemî dewletên cîhanê derbaz kir.

Kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bi awayekî demkî li gorên komî tên binax kirin.

Li gor agahîyên dawî yên fermî yên New Yorkê, di 24 saetên dawî de 10,000 kes bi vîrusa korona ketine û hejmara pêketîyan bûye 159,937 kes û wê vîrusê li wê eyaletê bi qasî 7000 kes kuştine.

Ew vîrus li Îspanya ketiye canê 153,000 kesan û li Îtalya jî li ser 143,000 kesan hatiye tespît kirin.

Vîrusa korona cara pêşî di Berfanbara borî de li Çînê derketibû û li wî welatî hejmara pêketîyan li 82,000 man.

Hejmarên dawî raber dikin ku li seranserê cîhanê 1,600,000 kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 95,000 kes jiber wê jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG