Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Mafên Mirovan yê NY Banga Kiryarên Wêrek Derbarê Helebê Dike


Avahîyên şewitî li Helebê
Avahîyên şewitî li Helebê

Berpirsê mafên mirovan yê Neteweyên Yekbûyî, Zeid Ra'ad Al Hussein îro Sêşemê got ku jibo bersîvdana rewşa xirab ya Helebê ku gelek sîvîl zîyanê mezin dibînin, kiryarên wêrek pêdivî ne.

Hussein da zanîn ku jiber tundîya berdewam û malwêranîya mezin, divê gavên gelek girîng bêne avêtin.

Hussein bang li Civata Ewkekarî ya Neteweyên Yekbûyî kir ku hîn rêbazên nû bipejirîne ku nehêlê endamên wê hêza veto li hember pêşnîyarên çareserîyê yên ser fikarên tawankarî, tawanên ceng, tawanên dijî morovahî û jenosîd bi kar bînin.

Pênc endamên herdemî yên Civata Ewkekarî ya Neteweyên Yekbûyî xwedîyê desthilata veto ne. Di nav wan pênc endaman de hevalbenda rejîma Sûrî, Rûsya jî heye û Moskow ligel Pekîn çend car in ku pêşnîyarên dijî hikûmeta Sûrî veto dikin.

XS
SM
MD
LG