Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jiber Binpêkirinên Mafên Mirovan li Herêmên Kurdan, Tirkîyê bi Tundî Rexne Dike


Destruction in Sirnak

"Di wêrankirina girseyî û binpêkirinên mafên mirovan ya berfireh de, nêzîkî 2,000 kes, di operasyonên hêzên ewlekarîyê de ku 18 meh li başûrê rojhilata Tirkîyê berdewam kirin de hatine kuştin û jimareke taxên li heman herêmê bi giştî hatine rûxandin", Neteweyên Yekbûyî îro Înê bi rapotekê ragihand.

Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), bi raporeke nû da zanîn ku hêzên ewlekarîya Tirkîyê, li herêmên Kurdan tawanên ‘’xirab’’ yên zêdegavîyê kirine.

OHCHR di rapora ku li Cenevrê eşkere kir de dîyar kir ku hêzên Tirk, di navber Tîrmeha 2015 û Berfanbara 2016’an de ‘’kuştina girseyî, cînayet û gelek binpêkirinên din yên mafên mirovan’’ pêk anîne.

Li gor raporê jiber tundûtûjiya di operasyonan de ji herêmên Kurdan nêzî 500 hezar kes warên xwe terkandine.

Jiber ku desthilata Tirkîyê destûr neda karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ew bûyeran vekolin, rapor bi xebatên sazîyên sîvîl û îdiayên malbatên qurbanîyan hatîye amade kirin.

Komîserê Bilind yê NY Raad El-Huseyni bi daxuyanîyeke nivîskî bang li bîragiştî kir ku ‘’lêpirsîneke serbixwe û demûdest’’ were kirin.

Wî hikûmeta Tirkîyê rexne kir ku destûr nede tîmên wan ku li wî welatî vekolînan bikin.

"Tirkîyê destûr neda me û ser de li dijberîyeke xurt ji rastbûna îdiayên tund yên di raporê de nîşan da. Dema em li îdiayan dinêrin û dibînin ku ji 355 hezarî zêdetir kes warên xwe terkandine, loma jî pêdivî ye ku vekolîneke serbixwe û demûdest were kirin".

El-Huseyni demûdest daxwaza vekolîneke serbixwe kir û bal kişand ku girêdayî wan kuştinan heta niha ti berguman nehatiye desteser kirin yan darizandin.

Berdevkê wî, Rupert Colville jî daxwaza vekolîneke serbixwe û bêalî dubare kir û got ku Neteweyên Yekbûyî dê vekolîna xwe bidomîne û reng e her sê meh carekê raporên wiha biweşîne. Colville bal kişand ku operasyonên hêzên ewlekarîyê li Tirkîyê berdewam dikin.

Wezareta Derve ya Tirkîyê bi daxuyanîyeke nivîskî raapora Neteweyên Yekbûyî red kir û wek “yekalî, agahîyên çewt û ji profosyonelî dûr” bi nav kir.

“Em îdiayên wiha bê bingeh qebûl nakin ku gelek nêzîkî propogandaya terorîstan e. Ev rapor bi eşkereyî pîvana bêalîbûn û rastgobûna nûnerên Neteweyên Yekbûyî binpê dike,” daxuyanîyê bi berdewamî got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku OHCHR berî hewildana darbê ya Tîrmehê jî, di Gulanê de dîyar kiribû di pevçûnên li herêmên Kurdan zêdegavîyên ser sîvîlan tund û zêde ne.

XS
SM
MD
LG