Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Berbijarîyê li New York Îro Tên Kirin


"I voted" stickers are given to people after turning in their ballots to election officials at the 2nd Canaan Baptist Church in Central Harlem, New York, April 19, 2016. (R. Taylor / VOA)
"I voted" stickers are given to people after turning in their ballots to election officials at the 2nd Canaan Baptist Church in Central Harlem, New York, April 19, 2016. (R. Taylor / VOA)

Dengderên New Yorkî bo berbijarîya seroktîyê îro Sêşemê diçin ser sindoqan ku namzedên xwe hilbijêrin.

Hem Hillary Clinton, hem jî Doland Trump xwedîyê peywendîyên xurt bi New Yorkê ne. Berbijara Demokrat Clinton berê senator wê eyaletê bû û li wêr pir tê zanîn.

Namzedê Komarî Donald Trump jî li bajarê New Yorkê dijî û gelek karsazî wî û avahîyeke bilind yê bi navê wî bajarî hene.

Herwiha, babijarê Demokrat din yê Demokrar, senatorê Vermont Bernie Sanders jî li New Yorkê hatiye dinê lê nayê zanîn ku ew yek ji wî re bibe alîkar yan ne.

Çavdêrên sîyasî di wê bawerîyê de ne ku Clinton û Trump dê serkeftinên hêsan wergirin û di kêbirkeya berbijarîyê de rê li ber xwe fireh kin.

XS
SM
MD
LG