Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Sivîlên Herêma Îdlib û Hama Hişyarî Dide


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jiber êrîşên li bakurê Hama û li başûrê Îdlibê bo jîyana bi sed hezaran sivîl metirsî çêbûye.

Berdevika Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY’ê Ravina Shamdasani dîyar kir ku hin jêderên ew pê bawer dikin didin zanîn ku hêzên hikûmetê û hevkarên wan, di rojên dawî de êrîşên li Îdlibê û Hama pirtir kirine.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku firokên Rûsya tenê roja Duşemê 33 êrîşên esmanî birine ser Hama.

Sazîyên navneteweyî didin zanîn ku ji dawîya Nîsanê vir ve heta niha bi qasî 150,000 kes ji herêma cengê ya dawî revîyane.

XS
SM
MD
LG