Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Kuştinên li Îdlibê Hêzên Hikûmeta Sûrîyê Tawanbar Dike


Berdevika Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Marta Hurtado li Cenevrê da zanîn ku kuştina sivîlên li herêma Îdlibê fikaran çêdike.

Hurtado dîyar kir ku jiber girjîya di dawîya Nîsanê re gur bûye, heta niha li herêma Îdlibê 105 sivîl hatine kuştin û di nav de zarok û jin jî hene.

Wê got jiber pevçûnan bi kêmî ve 200,000 kes ji herêmê revîyane.

Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY’ê ser kuştina sivîlan hêzên hikûmetê û hevalbendên wê tawanbar kir.

Artêşa Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsya çend hefte ne êrîşên esmanî dibe ser Îdlibê ku wek navenda dawî ya serhildayan tê zanîn.

Hurtado bang li alîyên şer dikin kir ku êrîşan nebin ser dibistan, nexweşxane û cîhên din yên sivîlan.

XS
SM
MD
LG