Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Sîvîlên Îdlibê Careke Din Hişyarîyê Dide


Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku rewşa sîvîlên li Îdlib ya Sûrîyê xirabtir dibe û ew hal fikaran çêdike.

Cîgirê Kordînatorê Mirovî yê Herêmî yê Kêşeya Sûrîyê yê NY’ê Mark Cuts da zanîn ku sîvîlên li herêma Îdlibê nayên parastin û ew dibe arîşeyeke mezin.

‘’Bêguman emê li herêma Îdlibê goleke xwînî ya rast, komkujîyeke sîvîlan ya rast bibînin’’ Mark Cuts got.

Cots dîyar kir ku jiber şer pirtir ji 3 mîlyon sîvîl li herêma Îdlibê asê mane.

Karbidestê NY’ê da zanîn ku pevçûn pir nêzî kampên sîvîlên herêma Îdlibê bûne.

Artêşa Sûrîyê ya piştgirîya Rûsya di meha Berfanbarê de dest bi operasyonê kiribû ku Îdlibê ji dest serhildayan bistîne.

XS
SM
MD
LG