Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY'ê Konferansa Îqlimê Paş Xist


Konferansa Îqlimê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jiber vîrusa korona hat taloq kirin.

Çaverê bû ku ew konferansa ser av û hewa di meha Mijdarê de li Glasgow ya Brîtanya li dar keta.

NY’ê ragihand ku wan biryara ser paşxistina konferansê bi rêvebirinên konferansê Brîtanya û Îtalya re daye.

Dema nû ya konferansê dê di sala pêş de were dîyar kirin.

Konferansa dawî ya îqlimê di Berfanbara 2019’an de li Madrîdê çêbûbû.

XS
SM
MD
LG