Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje ku Îranê Heta Niha Pirtir ji 200 Xwepêşander Kuştine


Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet îro Înê got ku hêzên ewlekarî yên Îranî tundîyeke dijwar ki dijî xwepêşanderan bi kar anîn û ji helîkopteran û banên xanîyan gule barandin ser wan.

Bachelet herwiha got ku wek di vîdyoyên piştrastkirî de xuya dibin, hêzên ewlekarî yên Îranî herwiha teqe li xwepêşandanan ku hewil didan birevin, kirin.

“Ofîsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî agahî wergirt ku di xwepêşandanan de herî kêm 208 kes hatine kuştin ku 12 ji wan zarok, 13 jî jin in. Dîsa, bi kêmî ve 7,000 kesên din jî hatine binçav kirin. Li gor raportên ne piştrastkirî dibe ku hejmara kuştîyan du car zêdetir be.”

Nûnerê Taybet yê Amerîka jibo Îranê Brian Hook jî roja Pencşemê gotibû ku hêzên Îranî ji destpêbûna xwepêşandanên nerazîbûnê vir ve, dibe ku pirtir ji 1,000 hemwelatî kuştibin û bi kêmî ve 7,000 kesên din jî hatibin desteser kirin.

Protestoyên li Îranê di 15’ê Mijdarê de jiber buhabûnê nirxê benzînê destpê kiribûn û li seranser welêt belav bûbûn.

Amnesty International roja Duşemê ragihandibû ku wê kuştina herî kêm 208 xwepêşanderan belge kirine, lê hikûmeta ew hejmar bi tundî red kiribû.

XS
SM
MD
LG