Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Keşmîrê Kom Bû


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî nêzî 50 salan bo çareserkirina kêşeya Keşmîrê kom bû.

Civîn li ser daxwaza Pakistan û Çînê li dar ket.

Di civînê de Hindistan û Çînê hevdu tawanbar kirin.

Nûnerê Hindistanê yê li NY'ê Syed Akbaruddin dîyar kir ku bidawîkirina statuya taybet ya Keşmîrê karê wan yê navxweyî ye û da zanîn ku ew ne hewcedarê gotinên sazîyên navneteweyî ne.

Nûnerê Çînê yê li NY'ê Zhang Jun jî ser helwesta Hindistanê bertek nîşan da û da zanîn ku ew helwest dijî serxwebûna Çînê jî gefan çêdike.

XS
SM
MD
LG