Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta NY Dîyar Dike ku Êrîşa Ser Konvoya Alîkarîyê bi Firokan Hatiye Kirin


Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe de radigihîne ku êrîşeke esmanî bûye sedema êrîşa wêrankar ya meha Îlonê li dijî konvoya alîkarîyê li devera Urem el-Kubra ya nêzîkî Helebê.

Di wê êrîşê de herî kêm 10 kes hatibûn kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûbûn û herwiha 17 qamyonên alîkarîyê jî hatibûn rûxandin.

Neteweyên Yekbûyî got ku wê nikarî dîyar bike êrîşa esmanî bi mebest bû yan ne û ki ji wê berûpirs bû.

Neteweyên Yekbûyî bal kişand ku tenê Sûrîye, Rûsya û Amerîka xwedîyê firokan in ku dikarin êrîşên esmanî yên wî rengî bikin û di destê hêzên serhilda de derfetên wiha tune.

Karbidestên Amerîkî piştî êrîşê ragihandibû ku bi bawerîya wan Rûsya ew êrîş pêk anîye, lê Moskowê ew îdia red kiribû.

XS
SM
MD
LG