Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dijî Koreya Bakur Toleyên Nû Radigîhîne


Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (CENY) dijî Koreya Bakur toleyên nû yên tund ragihandin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara toleyan piştî ku Pyongangê muşeka ku îdia dikir ku digihêje her derê Amerîka ceriband, sitand.

Temamê 15 endamên civatê toleyên nû pejirandin. Li gor toleyên nû, îthalkirina petrola Koreya Bakur tê sînordar kirin û divê hemwelatîyên Koreya Bakur yên li derveyî welêt dixebitin di nav 12 meh de vegerin welêt.

Herwiha îxracata parçeyên makînayan û alavên elektrîkê jî bo Koreya Bakur tên qedexe kirin.

Rêvebirîya Trump dixwest ku hemî îthalata petrole ya Koreya Bakur were qedexe kirin û hesabên navneteweyî yên Koreya Bakur û rêberê wê Kim Jong Un werin cemidandin.

XS
SM
MD
LG