Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê NY'ê: Pevçûnên li Lîbya Destpêka Şerekî Demdirêj In


Nûnerê Taybet yê Lîbya yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Gassan Salame dîyar kir ku pevçûnên li Trablusê ‘’destpêka şerekî dirêj û xwînî raber dikin’’

Salame di Civata Ewlekarî ya NY’ê de da zanîn ku ji hin welatên din çek diçin Lîbya û got ku divê veguhastina çekan demûdest raweste.

AFP’ê ji wêneyên rûpela Facebookê ya Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî ya Lîbya ragihandibû ku wan ji Tirkîyê bi dehan maşîneyên bi zirx sitandine.

Pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û hêzên girêdayî General Xelîfe Hefter de, piştî jêderên avê yên diçin Trablusê hatin qut kirin jinûve gur bûn.

XS
SM
MD
LG