Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li Lîbya Dike ku Navendên Desteserkirina Koçberan Bigire


Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Lîbya kir ku navendên desteserkirinê yên koçberan vala bike û bigire.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NY'ê dîyar kir ku rewşên li navendên koçberan, ku di bin kontrola hikûmetê de ye, "pir giran" e.

NY da zanîn ku divê koçber werin berdan û dîyar kir ew bo alîkarîya wan hazir e.

Du hefteyên berê, di êrîşeke dijî navenda koçberan ya li nêzî Trablusê de, bi qasî 50 kes hatibûn kuştin.

Piranîya kuştîyan koçberên Afrîqî bûn ku dixwestin di ser Lîbya re derbazî Ewrupa bibin.

Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya NY'ê Michelle Bachelet gotibû ku ew êrîş dikare wek tawaneke cengê were hesibandin.

XS
SM
MD
LG