Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Rûsya Jiber Jahrkirina Aleksî Navalny Sûcdar E


Rexnegirê Kremlin Aleksî Navalny

Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê ragihand ku Rûsya sûcdar e jiber ku hewil daye ku rexnegirê Kremlin Aleksî Navalny bikuje.

NY herwiha banga lêpirsînek navneteweyî ya ser jahrkirina kir.

Agnes Callamard, raportora taybet ya NY li ser kuştinên bê dadgeh û Irene Khan, pispora NY ya bo azadîya raman û axaftinê, derbarê mijara jahrkirina Navalny de, preskonferanseke li dar xist.

Pisporên payebilind yên mafên mirovan yên NY ragihand ku hewldana kuştina Navalny beşek ji şêwazên êrîşên dijî rexnegirên li hindur û derveyî Rûsya bû, û armanc ew bû ku 'hişyarîyeke gefê' bişîne da ku nerazîbûnan bitîrsîne.

Pispor Callamard encamên pêşîn yên raporê dîyar kir.

"Ev encamnameya me ye ku Rûsya ji hewildana jahrkirina Navalny berpirs e," Callamard got.

Navalny di Tebaxa borî de li Sîbîryayê nexweş ketibû û jibo dermakirinê ji Almanya re hatibû birin.

Karbidestên saxlemîyê li wir dîyar kiribûn ku rêberê opozîsyonê bi gaza Novichok ya kujer hatiye jahr kirin.

Rûsya bo jahrkirina Navalny ti berpirsîyê qabûl nake û dibêje wan ti delîl nedîtine ku ew hatiye jahr kirin.

Navalny yê 44 salî, piştî dermankirina 5 mehan ya li Almanya di Rêbendana 2021'an de vegeriyabû Rûsyayê.

Lê, ew li balafirgehê hate girtin û bi du sal û nîv yên zindankirinê hate ceza kirin.


XS
SM
MD
LG