Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jibo Rizgarkirina Sîvîlan Banga Sekinandina Şer li Reqa Dike


Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê daxwaza sekinandina şer li Sûrîyê kir ku 20,000 sîvîlên asêmayî bikaribin ji Reqa derkevin.

Neteweyên Yekbûyî herwiha bang li kaolîsyona bi pêşengîya Amerîka kir ku êrîşên xwe, ku bûne sedema kuştina sîvîlan, bisekinîne.

"Em bang li hemî alîyan dikin ku hemî tiştên pêdivî bikin da ku sîvîl bikaribin ji Reqa birevin. Divê, belemên li ser Çemê Feratê neyên êrîş kirin û mirovên ku bi rîskên mezin direvin, nebin armanca êrîşan," şîretvanê karên mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî, Jan Egeland li Cenevrê ji rojnamevanan re got.

Bi alîyekî din ve, Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty) jî îro ragihand ku êrîşên esmanî yên koalîsyonê li Reqa bûye sedema kuştina bi sedan sîvîlan û yên mayî jî, bi gurtirbûna şerê berdewam di bin xeterîyeke mezin de ne.

XS
SM
MD
LG