Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportora NY'ê ji Rîyadê Navê Bergumanên Kuştina Xaşiqcî Dixwaze


Raportera Taybet ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Agnes Callamard, ku ser kuştina rojnamevana Sauîdî Camal Xaşiqcî vekolînê dike, ji Rîyadê navê 11 kesên ser kuştinê têne darizandin xwest.

Callamard bi daxuyanîyeke nivîskî Erebistana Saudî hişyar kir ku da zanîn ku doza ser Xaşiqcî, ku di Cotmeha 2018’an de li Konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê hatibû kuştin, ne tenê karê navxweyî yê Rîyadê.

Wê dîyar kir ku divê Erebistana Saudî 11 kesên ku ser kuştinkarîyê têne tawanbar kirin ji bîragiştî re eşkere bike û delîl û tomarên bo dadgehê hatine amade kirin jî biweşîne.

Callamard, piştî vekolînên li Tirkîyê dabû zanîn ku ‘’kuştina Xaşiqcî ji berê de ji alîyê karbiestên Erebistana Saudî ve hatiye plan kirin’’

Callamard dê rapora dawî ya ser kuştina Xaşiqcî di meha Hezîranê de bide Konseya Mafên Mirovan ya NY.

XS
SM
MD
LG