Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura Bang li Rûsya Dike ku Vekirina Korîdora Mirovahî li Helebê ji NY re Bihêle


Bajarê Helebê bûye kavil û wêranê

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûrîyê Staffan de Mistura îro Înê bang li Rûsya kir ku bihêle ew berpirsîya korîdora mirovahî ya li dora Helebê rake ser xwe.

De Mistura got, di bin şert û mercên rastîn de ew piştgirî dide nêrîna korîdora mirovahî ku bihêle sîvîl ji Helebê derkevin.

“Heleb niha di asteke krîtîk de ye. Dema xwarin bi demeke kin de biqede, hîngê 300,000 kes li hundurê bajêr asê bimînin. Divê korîdora mirovahî di bin berpirsîya NY de be,” De Mistura bi berdewamî got.

De Mistura herwiha bal kişand ser daxwaza berpirsê alîkarîya mirovahî ya NY Stephen O'Brien ku banga cemidandina şer ya bo 48 seetan kiribû ku bikarin xwarina tengavî û pêdivîyên din bigehînin nav bajêr.

Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu do Pêncşemê ragihandibû ku Rûsya û hikûmeta Sûrî li dora Helebê wê korîdorên mirovahî vekin.

Shoigu dabû zanîn ku yek ji wan korîdoran bo sîvîlan, yekê din bo serhildayên ku dixwazin çek berdin û ya din jî bo wan serhildayan bin ku dixwazin bi çekên xwe birevin.

Shoigu herwiha gotibû ku bilî korîdorên mirovahîyê navandên xwarin û alîkarîya saxlamî jîli dervayê Helebê bêne danan.

XS
SM
MD
LG