Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norwêc Dibêje ku NY bo Pêşîgirtina Korona Sindoqeke Taybet Diafrîne


Norwêc îro Duşemê ragihand ku Neteweyên Yekbûyî (NY) wê jibo pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona û dermankirina pêketîyên wê nexweşîyê li seranser cîhanê, sindoqeke taybet biafirîne.

Armanca wê sindoqê alîkarîkirina welatên xizan ya bi sîstema saxlamî ya lawaz be û herwiha çareserkirina encamên demdirêîj yên vîrusa korona be.

Wezareta Derve ya Norwêcê ragihand ku Neteweyên Yekbûyî dikare damêzrandina wê sindoqê di nav vê hefteyê de ji bîragiştî re eşkere bike.

“Em dixwazin di dema herî kurt de misoger bikin ku hemî hewilên dijî korona yekgirtî ne da ku em wek dewletên cîhanê û taybetî yên xizan bikaribin bersîvdana karîger bidin,” Wezîra Derve ya Norwêcê Ine Eriksen Soereide ji Reutersê re got.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Pêncşemê bang li welatên zengîn kiribû ku ne tenê hizira hemwelatîyên xwe bikin, lê herwiha alîkarîya dewletên hejar jî bikin.

XS
SM
MD
LG