Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY, Sudanê Ser Bûyerên Tundûtûjîyê Şermezar Dike


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bûyerên bi tundûtûjî yên li Sudanê şermezar kir.

Civatê, bi daxuyanîyekê xemgînîya xwe ya ser sivîlên birîndar û kuştî ragihand.

Endamên civatê, di daxuyanîyê de bang li karbidestên Sudanê kirin ku tundûtûjîya dijî sivîlan rawestînin û berpirsên êrîşan darizînin.

Hefteya borî, karbidestên ewlekarîyê li Xartumê êrîş biribûn ser xwepêşandaneran.

Doktorên rikeberîyê dîyar kiribûn ku di êrîşan de pirtirê 100 kes hatine kuştin, lê Wezareta Saxlemîye ew îdia red kiribû û dabû zanîn ku 61 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG