Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Di Sê Salên Dawî de 173,000 Sûrî Vegerîyan Welatê Xwe


Koçberên Sûrî li Lubnanê
Koçberên Sûrî li Lubnanê

Sazîyên navneteweyî radigihînin ku Sûrîyên ku ji şerê navxweyî yên Sûrîyê revîyane tevî ku şer didome jî vedigerin welatê xwe.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî dîyar kir ku di mehên peşî yên 2019’an de pirtirê 35 hezar Sûrî bi derfetên xwe vegerîyane Sûrîyê.

Li gor daneyên wê sazîyê piranîya Sûrîyan derbazî Tirkîye û Lubnanê bûne û ji wan 5,6 mîlyon koçberan heta niha 173,000 Sûrî vegerîyane.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberî (IOM) dide zanîn ku şertên Sûrîyê ne ewle ne û dijî vegerê ye.

XS
SM
MD
LG