Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jibo Vekolîna Bombekirina Karwana Alîkarîyê li Sûrîyê Tîmeke Pispor Ava Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon îro Înîyê dide zanîn ku ew tîmeke pêdaçûnê ava dike ku vekolîna ser bombekirina karwana alîkarîyê li Sûrîyê bike ku Înîya borî 18 kes tê de hatibûn kuştin.

Daxuyanîya NY ragihand ku tîma pisporan vekolîna delîlên ser erdê bike û raporta xwe ji Ban re pêşkêş bike.

Ban bang li hemî alîyan kir ku di vekolîna NY de bi tevahî bibin alîkar. Wî hişyar kir ku êrîşa ser konvoya NY tawana ceng e.

Karbidestên Amerîkî gotibû ku firokên Rûsî ew êrîşên esmanî di 19ê Îlonê de pêk anîn ku konvoya bi 31 qamyonan kiribûn armanc. Ew qamyonên lêxistî, alkarîya mirovahî dibirin bajarokeî li rojavayê Heleba dorpeçkirî.

Moskow tawankarîya Amerîkî red dike û dide zanîn ku ew bi xwe jî vekolîna xwe ya ser wê bûyerê berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG