Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY Îro Dangdanê Ser Şandina Çavdêran ji Sûrîyê re Dike


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî li ber e îro Duşemê dengdanê li ser şandina çavdêran ji Sûrîyê re bike ku alîkarîya sîvîlên ku li rojhilata Helebê mane, bikin.

Civata Ewlekarî wê pêşnîyara Fransa, ku bal dikşîne ser krîza mirovahîyê û banga alîkarî jibo bi deh hezaran rûniştvanên Helebê yên dorpêçkirî dike, ku li benda veguhastinê ne.

Hin dîplomatên Rojavayî ji VOA re dibêjin ku ew ne pir hêvîdar in ku pêşnîyar ji alîyê Rûsya ya hevalbenda Sûrîyê ve were pejirandin.

Rûsya di civata ewlekarîyê de xwedîyê mafê veto ye û wê ji sala 2011’an vir ve şeş caran pêşnîyarên derheqa Sûrî asteng kiriye.

Moskow dibêje ku veguhastina sîvîlan û serhildayan ji rojhilata Helebê temam bûye, lê rêberên opozîsyonê îdia dikin ku çekdarên Îranî û yên Hîzbullah çend kesên nav konvoyan kuştine.

XS
SM
MD
LG