Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Sûrîyê li Hev Nakin


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser operasyonên li başûrê rojavayê Sûrîyê û rewşa sîvîlan civîya.

Civat, ser daxwaza Swêd û Kuveytê kom bû. Civata Ewlakarî dabû zanîn ku li Deraa ya Sûrîyê kes bala xwe nade berevanîya sîvîlên û banga rawestandina pevçûnan kiribû.

Di civîna girtî de, tevî hemî hewildanan jî ser Sûrîyê ti lihevkirin çênebû. Karbidest didin zanîn ku ramanên Rûsya û endamên din yên civatê ji hev pir cûda ne.

Balyozê Rûsya li NY’ê Vassily A. Nebenzia dîyar kir ku civatê ti daxuyanîya hevpar nedaye û da zanîn endamên civatê ji hev cûda difikirin.

Nebezia da zanîn ku ‘’civat bala xwe dide ser rawestandina dijminahîyan’’, lê bala wan ser ‘’têkoşîna dijî terorîstan’’ e.

XS
SM
MD
LG