Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê NY'ê Ser Avakirina Komîteya Qanûna Bingehîn Serdana Sûrîyê Dike


Geir Pederson
Geir Pederson

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen bo danûstandinên ser avakirina komîteya qanûna bingehîn çû Şamê.

Pedersen, dîplomatê çaran yê NY’ê ku bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Sûrîyê danûstandinan dike.

Wî ji Twitterê ragihand ku ew geşbîn e û hêvî dike ku peyvajoya sîyasî bi pêşde bibe.

Nûnerê NY’ê herwiha da zanîn ku ewê bo bidawîkirina operasyona dijî Îdlibê jî çareserîyekê bibînin.

Rojnameya El Vatan, ku piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dike, ragihand ku Pedersen dê roja Çaşemê bi karbidestên payabilind yên Sûrî re bicive.

Pedersen roja Înê serdana Moskowê kiribû û ji Rûsya bo bidawîbûna tundûtûjîya li Îdlibê piştgirî xwestibû.

XS
SM
MD
LG