Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Operasyona Tirkîyê ya Dijî Bakurê Sûrîyê Kom Dibe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Pêncşemê ser operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê demûdest kom dibe.

Civat li ser daxwaza Fransa, Almanya û Brîtanya dicive.

Li ber e ku ew her sê dewlet bi daxuyanîyekê Tirkîyê şermezar bikin.

Nûnertîya Bilind ya Peywendîyên Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) bi daxuyanîyekê bang li Tirkîyê kir ku operasyona dijî bakurê Sûrîyê rawestîne.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku pevçûnên li herêmê nikarin çareserîyeke sîyasî çêkin.

XS
SM
MD
LG