Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 180,000 Sîvîl ji Bakurê Sûrîyê Koç Kir


Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) dîyar kir ku piştî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê 180,00 sîvîl ji herêmê koç kirine.

OCHA bi daxuyanîyekê ragihand ku êrîşên Tirkîyên dijî bakurê Sûrîyê trajedîyeke mirovahîyê çêkiriye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku Kurdên ku di bin êrîşên leşkerên Tirk de mane, ti têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de di enîyên li pêş de şer kirine, Tirkîye wan wekî terorîst dibîne û êrîşên dijî wan ser xwestek Amerîka sekinîye.

OCHA da zanîn ku bi operasyona Tirkîyê binesazîyên krîtîk xirab bûne û amaje kir ku çar navendên saxlemîyê jî bi êrîşan zarar dîtine.

Operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê di 9’ê Cotmehê de destpê kiribû.

Li gor Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî operasyon destpê kir 80,000 zarok koç kirin, 5 zarok jîyana xwe ji dest dan û 26 zarokên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG