Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dixwaze ku Agirbesta li Bakurê Sûrîyê Bidome


Geir Pederson
Geir Pederson

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Sûrîyê Geir Pedersen dîyar kir ku agirbesta bo rojhilata bakurê Sûrîyê divê bidome.

Pedersen da zanîn ku ew dixwazin ku li seranserê Sûrîyê jî agirbest were ragihandin.

‘’Pevçûnên li Sûrîyê didomin nîşan didin ku pêwîstî bi peyvajoyeke sîyasî heye ku rê li ber çareserkirina kêşeya wî welatî veke’’ Pedersen got.

Ew dê îro Sêşemê li Cenevrê bi wezîrên derve yên Tirkîye, Îran û Rûsya re bicive.

Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê jî dê sibê Çarşemê dest bi xebatên xwe bike.

XS
SM
MD
LG