Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY'ê bo Sûrîyan 7,7 Mîlyar Dolar Alîkarî Kom Kir


Mark Lowcock
Mark Lowcock

Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûrîyê, ku 9 sal in di şerê navxweyî de ye, 7,7 mîlyar dolar alîkarî top kir.

Berpirsê Alîkarîya Mirovî ya NY’ê Mark Lowcock bi telekonferansê ji karbidestên 60 dewletan û nûnerên sazîyên sîvîl re ser alîkarîyê axifî.

‘’Em dizanin ku rewiş pir awarte ye. Bo hemî welatan niha peydakirina alîkarîya bo gelê Sûrîyê dijwar e.’’ Lowcock got.

NY’ê par bo Sûrîyê 7 mîlyar dolar kom kiribû û dîyar kiribû ku îsal jî bo 11 mîlyon mexdûrên li Sûrîyê 3,8 mîlyar dolar hewce ye.

Li gor daxuyanîyên karbidestên NY’ê, bo koçberên Sûrî jî 6 mîlyar dolar pêwîst e.

Hêjayî balkişandinê ye ku xêncî şer, bi bandora şewba vîrusa korona re jî li Sûrîyê buhayê kelûpelan 200 ji sedê zêde bûye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Sûrîyê 269 kes bi vîrusa korona ketine, lê berpirsên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dibêjin ku hejmara pêketîyan hîn zêdetir e.

XS
SM
MD
LG