Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerên NY'ê bo Sûrîyê Banga Çareserîya Sîyasî Dikin


Endamên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî careke din ser rewişa mirovî û sîyasî ya Sûrîyê axifîn.

Di civînê de, ku bi rêka vîdeokonferansê li dar ket, Korîdantorê Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Lowcock û Nûnerê Taybet yê NY’ê yê bo Sûrîyê Geir O. Pedersen hatin guhdar kirin.

Pedersen dîyar kir ku li Sûrîyê tekane rê çareserîya sîyasî ye.

‘’Li Sûrîyê bi tenê çareserîyeke sîyasî dikare wan hemî êşên deh sal in didomin bi dawî bike. Çareserîya sîyasî dikare herêmê ji metirsîyên mezintir biparêze, berevanîya sîvîlan bike û bêguman dikare rê li ber pevçûnên nû û bêîstîqrarîyê bigire.’’ Pedersen got.

Wî da zanîn ku di sala 2021’an de bo li Sûrîyê agirbesteke mayînde were ragihandin divê bi rêbazeke nû hevkarîya navneteweyî çêbe.

Korîdantorê Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Lowcock jî bal kişand ku bi sala dehan ya şerê li Sûrîyê re bi mîlyonan kesan ji cîhên xwe bar kirine, ew feqîr bûne, nasên xwe hinda kirine û travma derbaz kirine.

Lowcock dîyar kir ku jiber şerê li Sûrîyê aborîya welêt xirab bûye û da zanîn ku bi şewba vîrusa korona re kesên pêdivîyên wan bi alîkarîyê hene zêdetir bûne.

‘’Li Sûrîyê bi awayekî sînordarkirî testên vîrusa korona têne kirin. Jiber derfetên kêm şewb li wî welatî di çi rewişê de ye tam nayê fehm kirin.’’ Lowcock got.

Wî da zanîn ku li hin bajarên Sûrîyê nexweşxane bi temamî tije bûne û hejmara pêketinên vîrusa korona jî roj bi roj zêdetir dibin.

Berpirsê NY’ê bang li hemî alîyan kir ku bo alîkarîyên ji sîvîlan re rê bidin û got ku divê sîvîl bikaribin bi awayekî ewle ceyran û avê bi dest bixin.

XS
SM
MD
LG