Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Alîkarîya ji Ser Sînor ji Sûrîyan re Girîng E


Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Gutteres
Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Gutteres

Ajansa Nûçeyan Associated Press (AP) îro Pencşemê naveroka raporekê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ser rewşa alîkarîyên mirovahî yên bo Sûrîyê, weşand.

Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Gutteres di raporê de dîyar dike ku şandina alîkarîyên mirovahî yên rexistinê ji ser Tirkîyê bo bakurê rojava yên Sûrîyê -heremên ku di bin destê serhildeyan de ne - bi tundî têne şopandin û domandina alîkarîyan pir girîng e.

"Tevî dijwarîyan, alîkarîyên mirovahî têne şandin, û xizmet bi awayekî prensîb û zelal, li seranserê welat têne pêşkêş kirin, " Guterres di raporê de dibêje.

Ew dide zanîn ku di warê gihandina alîkarîyê ji ser xetên pevçûnên navxweyî de "pêşveçûneke zelal çêbûye."

Lê, bi berdewamî dide zanîn ku tevî ku NY bikaribe plana xwe ya şeş mehan ya ku vê payîzê amade kiribû bi tevahî pêk bîne jî, konvoyên alîkarîyê wê nikaribin di dema pêwîst dike de ji ser sînor derbaz bibin.

"Operasyona ji ser sînor hîn jî beşek bingehîn ya bersîva mirovahî ye û dê bidome heya ku pêwîstî di heman astê û pîvanê de bi rêkeke din ve neyên çareser kirin," Guttares got.

Karbidestên NY, Amerîka, Ewrupa û yên din destnîşan dikin ku radestkirina alîkarîya ji ser sînor girîng e û hişyarî didin ku rawestandina şandina alîkarîyê dikare bo zedetirî mîlyonek welatîyên Sûrîyê bibe sedama encamên wêranker.

AP dibêje ku ev rapora NY dibe ku bo domandina hewldanên alîkarîyên mirovahî gelek girîng be, tenê di nava NY hatiye belav kirin.

XS
SM
MD
LG