Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konseya Mafên Mirovan ya NY Ser Rewşa Sûrîyê Civîya


Dîmeneke ji civîneke Konseya Mafên Mirovan ya NY (Arşîv)
Dîmeneke ji civîneke Konseya Mafên Mirovan ya NY (Arşîv)

Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê ji 2016'an vir ve bo cara yekê li ser Sûrîyê civîneke nirxandin, hat darxistin.

Di civîna NY'de welatên rojavayî û Tirkîyê rejîma Sûrîyê, li herêmên di bin destê opozîsyonê de bi pêkanîna şerê ' birçîbûnê ' û dorpêçkirinê, tawanbar kirin.
Tevî Birîtanya û Amerîka jî welatan bang li Sûrîyê kirin ku dawî li desteserkirinên neqanûnî û windakirinên bi zorê bîne.


Hevdem wan bang kir ku Sûrîyê rê bide ku alîkarîyên mirovahî bigêhije tevahîya sivîlên li welêt.


Bathsheba Crocker, balyoza Amerîka ya li NY li Cenvere di axaftina xwe de ji Sûrîyê daxwaz kir alîkarîyên mirovahî asteng neke û kesên 'ku bi awayekî kêfî û bê dadgehkirin" girtî ne, serbest berde.


Balyozê Brîtanya Simon Manley jî got ku kiryarên rejîma Sûrîyê yên ser gelê xwe metirsîdar e û ew bi tundî êrîşên dijî sivîlan û binesazîyê şermezar dikin.
Herwiha, nûnerê Fransa Jerome Bonnafant bang li Sûrîyê kir ku ' dardakirinên neqanûnî, êşkence û kiryarên nemirovane yên li cihên desteserkirinê rawestîne."
Dîplomata Tirk Muzaffer Uyav Gultekîn got ku rêvebirîya Esed sûcdarê sereke yê binpêkirina mafên mirovan e.


Wê got ku di nav wan de "birçîbûn, astengkirina xizmetên bingehîn û alîkarîyên mirovahî" yan jî karanîna dorpêçkirinê hene.
Di Konseya NY de, Beşar Caferî, cîgirê wezîrê derve yê Sûrîyê jî axifî û bersîva daxuyanîyan da.


Beşar Caferî got ku hêzên bîyanî bi awayekî neqanûnî heremên Sûrîyê yên ku di bin toleyên bi pêşengîya Amerîkî de ne, dagîr dikin.
"Ew ne ecêb e ku piranîya pêşnîyaran dijminatîya welatê min dikin. Ew ji hêla welatên ku li welatê min piştgirîya terorê dikin, têne," Caferî got.


Wî berdewamî wiha got:


"Fransa, Brîtanya, Amerîka, Tirkîyê û Îsraîl hemû welatên ku di dagirkirina heremên welatê min de cih digirin, bi vê yekê hiqûqa navneteweyî binpê dikin."
Caferî da zanîn ku hikûmeta Serok Beşar el-Esed gihandina alîkarîyan hêsan dike.
"Amerîkî di hilweşandina binesazîya herêma Firatê de pispor in, ew binesazîya petrol û gazê wêran dikin."

XS
SM
MD
LG